Li Şedadê miqdara ardê ku dida firinan, ji 4 tonan kir 12 ton

Tevî ku firin li navçeya Şedadê ya Hesekê hene, lê giliyên şêniyên navçeyê vê dawiyê, ji ber kêmbûna nan zêde bûbûn. Şênî neçar diman ku bi saetan di dorê de bisekinin heta ku tûrekî nan bi dest bixin.

Ji bo çareseriyê jî, Komîteya Aborî û Rêveberiya Firinan a Şedadê miqdara ardê ku ji firinan re pêşkêş dikir, ji 4 tonan, kir 12 ton.

Rêveberê Firina Kooperatîf Abdullah El-Riwêşid diyar kir ku wê zêdekirina miqdarê ard bidome da ku nan ji şêniyan re peyda bibe.

 

Back to top button