Ciwanên Şengalê: Tecrîd me ji fikrê Rêber Apo dûr naxe

Endamên Meclîsên Gel yên Şengalê bertek nîşanî tecrîda giran li ser Rêber Apo dan.
Endama diyar kirin ku tecrîd wan ji fikrê Rêber Apo dûr naxe.

Endamê Meclîsa Gel ya Dîgurê Ferhan Şengalî got:

“Dewleta Tirk naxwaze bîrdoziya azadiya Rêber Ocalan di nav gelan de berbelav bibe.

Sedema êrîşên li ser Şengal, Rojava û Mexmûrê fikrên Rêber Apo ye.

Ji ber ku gelên bindest bi fikrên Rêber Apo radibin û li ber xwe didin.”

Mirad Şengalî jî nerazîbûn nîşanî dirêjkirina tecrîdê da û wiha anî ziman:

”Nabe fikreke ku xizmeta aşitî û azadiya civak û gelan dike rastî vê neheqiyê bê”.

Li aliyekî din Xidir Şengalî meraqa tendrûstiya Rêber Apo û wiha bi lêv kir:

“Tecrîda ku tê meşandin ne zagonî ye.

Em mereq û hesaba tenduristiya Rêber APO dikin”

Back to top button