Necah El-Hisên: Jin li herêmê di lêgerîna xwe ya azadiyê de gelek pêş de çû ne

Endam û Rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiya li Tebqayê sûcên li dijî jinan şermezar kirin û diyar kirin ku ji ber ku jin li herêmê gelek destkeftî bi dest xistin û pêşengiyê ji civakê re dikin tên hedefgirtin, em ê ji bo cezakrina kujerên jinan di nava têkoşînê de bin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelek awayî jinên pêşeng tên hedefgirtin.

Komên hovane û şaneyên DAIŞ’ê kirinên derexlaqî li dijî jinên herêmê pêk tînin.

Herî dawî jî li Reqayê kuştina Mamoste Nûra El-Ehmed a ducanî û zaroka wê ya 8 salî bû.

Jin li herêmên me di lêgerîna xwe ya azadiyê de gelek bi rê ve çûne.

Bi gelek astengî û zehmetiyan re rû bi rû man, lê wê serî netewand û heta ku gihişte rewşa xwe ya niha têkoşiya û li ber xwe da.

Jin di pêşketina civaka me de bûye stûnek bingehîn.

Mejiyê mêran, desthilatdariya dewletê û dagirkeriya dewleta Tirk jî li dijî destkeftiyên jinan hewl didin ku wan bişkînin.

Me gelek bûyerên tundî, kuştin, çewisandin û destdirêjiya li dijî jinê dît ku çawa dixwazin bi vî rengî berxwedana wê têk bibin.

Em şahidê şehadeta pêşeng, şervan, siyasetmedar û heta xebatkarên civakî û kedkarên jin bûn û ya dawî jî kuştina mamoste Nûra El-Ehmed û zaroka wê bû.

Ji kuştinê bigire heta bi tundî û destdirêjiya li ser jinan, di van demên dawî de zêde bûne.

Gelek ji van sûcan ji aliyê dijminên azadiya jinê ve hatine kirin.

Kuştina mamosta Nûra El Ehmed a ducanî û zaroka wê sûcekî hovane ye li dijî mirovahiyê û bi taybetî jinan e.

Gelek tawanên li dijî jinan hene, wek tundî, kuştin û destdirêjiya li ser jinan û herî dawî jî me şahidiya tawanên ku li herêma Reqqayê pêk hatin kir.

Ev sûcê hovane ku wijdanê hemû mirovahiyê hejand.

Em weke jin kuştina mamoste Nûra El-Ehmed û zaroka wê ya 8 salî şermezar dikin.

Rêxistin û tevgerên jinan ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyanî, meş û çalakiyên xwe van sûcên li dijî jinan û li dijî azadiya wê şermezar dikin.

Her wiha daxwaz dikin ku berpirs û kujerên wan jî bên cezakirin.

Em dibînin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin hedef tên girtin, bi taybetî jî projeya jinê hedef tê girtin

Jin ji aliyê mêrên serdest, komên çeteyên DAIŞ’ê û komên hovan ne ve, ji ber ku serkeftinên mezin li herêmên Rêveberiya Xweser bi dest xistin tên kuştin.

Jin bi ked û israra xwe cihê xwe di nava qadên leşkerî, siyasî û civakî de girt.

Em weke rêxistinên jinan bi daxuyanî, çalakî û meşên xwe sûcên li dijî jinan şermezar dikin û daxwaza mafên wan ên bingehî dikin ku kujerên wan taybet yê mamoste Nûra were ceza kirin.

Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji xwe re kiriye bingeha azadiya xwe û li ser vê yekê berxwedana xwe dewam dikin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê soza dewamkirina têkoşîna xwe ya ji bo azadiya hemû jinan dan ku wê heta dawiyê têkoşîna xwe bilind bikin.

Dirûşmeya ku rêxistinên jinan li herêmê ji xwe re asas digirin jî ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye .

Back to top button