Mukirhatinên endamên Dîfa El Watanî

Di çarçoveya operesyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de 4 endamên Dîfa El Watanî hatin girtin.
Yek ji wan ku li bajarokê Bisêrayê hate girtin li xwe mukir hat ku wan bi fermanên ji berpisên xwe berê xwe dan gundên Dêrazorê û di bin navê eşîran de şerê QSD’ê dikirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê mukrahatinên endamekî Dîfa El Watenî par ve kir.

QSD’ê diyar kir endamê Dîfa El Watenî Xeys Cumaa Sehûr ji gundên Şamê ye û wiha behsa beşdarbûna a şerê li dijî QSD’ê ya di dema operesyonê de kir.

“Dema ez li Şamê bûm min xwe gihand kesê bi navê Ebû Basil Diyai ku ew jî endamekî Dîfa El Watanî ye û li Dêrazorê dimîne.

Ebû Basil ji min xwest ku ez beşdarî koma wî bibim û min jî ev yek pejirand.

”Di bin navê eşîran de ji min xwestin ez şerê QSD’ê bikim”

Dema operasyon destpêkir ji min re got divê ez di bin navê eşîran de li dijî QSD’ê şer bikim.

Piştre min ev yek qebûl kir û min li dijî QSD’ê şer kir û ez herî dawî li Bisêra hatim girtin.”

QSD’ê da zanîn ku yek ji aliyên dixwestin fitneyên derxînin Dîfa El Watanî bû ku di bin navê eşîran de dihatin şer dikirin, lê me hejmarekê ji wan girtin.

Back to top button