Li Almanyayê 31. Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî pêk hat

31. Festîvala Çanda Kurd ya Navnetewî li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê bi beşdariya deh-hezar kesan hate lidarxistin.

Pîrozbahiya sala 31’emîn a Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku li Ewropayê çalakiya herî zêde beşdarî lê tê kirin hate lidarxistin.

Bi deh hezaran welatiyên Kurdistanê yên ji welatên cuda yên Ewrûpa beşdarî festîvalê bûn.

Festîval bi dirûşmeya “Çareseriya pirsgirêka Kurd, statuya Kurdistanê di Salvegera 100’emîn a Lozanê de” hat lidarxistin:

Li qadê wêneyên şehîdên ku di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê şehîd bûne hatin vekirin.

Di festîvalê de gelek axaftin hatin kirin û gelek hunermandan jî stranên xwe pêşkêşkirin.

Festîval diyarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hate kirin yên ku li Parîsê hatibûn şehîd xistin.

Back to top button