Tetikkêşê komkujiya Parîsê xistin hûcreyê

Kujerê komkujiya 23’ê Kanunê ya li Parîsê pêkhat, william M. xistin hucreyê. Wê lêpirsîn jî ji aliyê dozgeriya netewî ya antî terorê ve bê meşandin.

Li gorî nuçeya franceinfo ku agahiyên xwe ji çavkaniyên nêzî dosyayê digre, tetikkêş êrîşa Parîsê wiliam M. xistin hucreyê..

Kujerê komkujiyê yê 69 salî di 23’ê kanûnê de êriş biribû ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û du dikanên kurdan ên li heman kolanê.

Di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûbûn.

Derbarê kujer William M. ji ber sûcên “Kuştina ji ber nijad, etnîk, netewe yan jî olî”, “Hewldana kuştinê ya ji Bidestxistina çekên ji asta B bi rengekî bêdestûr doz hate vekirin.

Kurd, gelek rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî dixwazin ku êriş weke “êrişeke terorîst” bê pênasekirin û bê lêpirsînkirin

Tê payîn ku ji aliyê dozgeriya neteweyî ya antî terorê ve lêpîrsin were kirin.

Back to top button