New York di bin berfê de maye

Bahoza berfê, jiyana li beşekî Amerîka tevizandiye.
Eyaleta New York ya herî zêde ji bahozê bandor bûyî di bin berfê de maye.
Dîmenên ji herêmê tên, gotinan bêwate dike.

Ji ber bahoza berfê heta niha bêtirî 65 kesan li Amerîka jiyana xwe ji dest dane.

Li eyaleta New Yorkê bajar tevizî ne.

Tevger rawestiyaye û li hinek cihan bilindahiya berfê metreyek derbas kiriye.

Tê gotin 50 salin li welat rewşeke wiha wêranker derneketiye.

Li New Yorkê bêdengiyek ya mirinê heye.

Her der bêdenge…

Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo kesên dixwazin cejna noelê de xwe bigihînin malbatên xwe jî peyamek weşand.

Biden berê wan rêwiyan da Wezareta Gihandinê.

Back to top button