DYA û Îngilistanê êrişî deverên Husiyan kirin

Bi destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê re qadeke herî germ ya şer jî Derya Sore.
Rageşiya di navbera hêzên ku DYA serkêşiya wan dike û Husiyên Yemenê ku Îran piştgiriya wan dike de zêde dibe.
DYA û Îngilistanê careke din êrişî deverên Husiyan kirin.
Îran jî dibêje operasyon wê rê li ber belavbûna şer ya li herêmê veke.

Şer û aloziya li Derya Sor yek ji rojevên sereke yên cîhanê ye. Ji destpêka meha Çileyê ve rageşîya li vê herêmê zêde bûye.

Êrişên Amerîka û Îngilistanê yên li dijî Hûsiyên Yemenê dewam dikin.

Hêzên DYA û Îngilizan roja duşemê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku li heşt xalên Hûsiyan xistine.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin di êrişê de qadên bin erdê û çeperên çavdêriyê yên ezmanî û moşekan hatine hedef girtin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, artêşên Amerîka û Îngilistanê ji destpêka meha Çileyê ve operasyona hevbeş ya duyemîn pêk anîne.

“Êrişên DYA û Îngilistanê wê bê bersiv nemînin”

Berdevkê leşkerî yê Husiyan Yehya Sarea jî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Amerîka û Îngilistanê heta niha 12 ji wan li dijî paytex Sana,18 caran li Yemenê êriş pêk anîne û got,

“Wê ev êriş bê bersiv û bê ceza nemînin.”

“Operasyon wê bandora êrişên Husiyan li dijî keştiyan kêm bike”

Wezîrê Karê Derve yê Îngilistanê David Cameron jî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew û Amerîka bi van operasyonan dixwazin peyama herî zelal bidin.

Her wiha Cameron da zanîn operasyonên wan yên hevbeş ku 11’ê Çileyê destpêkirine wê bandora êrişên Husiyan ya li dijî keştiyan kêm bike.

Ebdullahiyan: Operasyonên DYA û Îngilistanê rê li belavbûna şer vedike

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan jî ku ji bo civîna Wezîrên Karên Derve ya Konseya Ewlekariyê a NY li New Yorkê ye, diyar kir operasyonên hevpar yên Amerîka û Îngilistanê xeletiyeke stratejîk e.

Ebdullahiyan dibêje;

“Ev operasyonên hevbeş yên DYA û Îngilistanê gefeke li dijî aştî û ewlehiya herêmê ye û berfirehkirina şer e.”

Li aliyê din Qatarê jî ragihand zêdekirina rageşiya li Derya Sor rê li ber xeteriyeke mezin vedike.

 Artêşa DYA: Du efserên me yên winda buyî dibe ku mirine

Artêşa Amerîkayê jî ragihand ku du efserên wan yên ku di operasyona li dijî Husiyan de winda bûbûn dibe ku miribin.

Li gorî daxuyaniyê her du efser di dema operasyoneke li dijî keştiya Îranê ku çek û cebilxane ji Hûsiyan re dibirin de winda bûbûn.

Lê tevî xebatên demdirêj yên lêgerînê jî cenazeyên her du leşkeran nehate dîtin.
https://www.bbc.com/turkce/articles/cv2vled5z6no

CENTCOM: Di operasyona li dijî Hûsiyan de 2 deryavan mirin

Back to top button