Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û Koalîsyonê li dijî çeteyên DAIŞ’ê oparasyon pêk anîn. Oparasyonên vê carê li herêma Hesekê û Dêra Zorê pêk hatin. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di encama 3 oparasyonên pêk hatîn de, 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Di nava çeteyên hatîn girtin de, berpirsekî DAIŞ’î heye.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û Koalîsyon li dijî çeteyên DAIŞ’ê oparasyonên xwe berfihre dikin.
Herî dawî QSD û Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê li herêmên Hesekê û Dêra Zorê, 3 oparasyonên cuda pêk anîn.
Di oparasyona QSD û Koalîsyonê de 6 DAIŞ’î hatin girtin
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser mijarê daxuyaniyek da.
CENTCOM’ê ragihand ku di encama oparasyonan de, 6 çeteyên DAIŞê hatine girtin.
Hat ragihandin ku “El-Zubeydî” yê wek “Berpirsê Herêma Sûriyê” yê DAIŞ’ê tê qebûlkirin, di nav kesên hatine girtin de ye.
Çeteyê navborî li Sûriyê bi erkê plankirin û pêkanîna êrişan rabûye.
Çavdêriya Mafên Mirovan jî eşkere kir ku ji 3 oparasyonan 2 li herêma Dêra Zorê û yek jî li herêma Hesekê pêk hatiye.
Di oparasyonê de hêzên QSD’ê bi roleke sereke rabûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 4 kesên hatine girtin bazirganên çekan ên Tirkmen in.
Her wiha di encama çalakiyê de 2 şervanên QSD’ê jî birîndar bûne.
Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî General Michael Erik Kurilla wiha got:
“Bi girtina van çeteyên DAIŞ’ê re, derb li hewildanên DAIŞ’ê yên têkbirina aramiya li herêmê tê xistin.”
Li herêmên bakurê û rojhilatê Sûrîiyê nêzî 900 leşkerên Amerîkayê hene.
QSD’ê herî dawî ragihand ku çeteyekî DAIŞ’ê yê şaneyên li herêmê birêve dibe hatiye girtin.