Dewleta Tirk rojane êrişî herêmê dike . Îro jî berê topên xwe da gundên Eyn Îsa û Til Temir .
Di seatên piştî nîvro de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyda û rêya M4 yên Eyn Îsayê topbaran kirin.
Danê vê sibehê jî gundê Gozeliyê yê rojavayê Til Temirê rastî topbaran hat.
Dewleta Tirk rojhilat û rojavayê Kobanê jî topbaran kir..
Gelek gund bi obîsan kir armanc.
Ji aliyê Rojhilat ve gundên Cêşan, Koran, Carxilî, Ziyaret, Seftik hatin topbaran kirin ..
Gundên Zormixar, Şiyûx Jorîn ên rojavayê Bajra jî bi çekên giran topbaran kir
Lê agahiyên dîtir derbarê topbaranê de nehat bidestxistin.



