Di meha Tîrmehê de pileya germahiyê zêde dibe ku xetereyên ji bo tenduristiyê zêde dibin.
Dr. Heval Îbrahîm Elî der barê xetereya germahiya zêde de hişyar da.
Dr. Heval Îbrahîm xwest di saetên nîvro de kes xwe nede ber tavê.
Dr. Heval Îbrahîm Elî li ser xetereyên tenduristiyê yên herî berbiçav ên ji ber germahiyên zêde çêdibin, axivî.
Dr. Heval Îbrahîm diyar kir ku germahiya bilind dibin sedema kêmbûna avê di laşê mirovan de û got:
Yek ji sedemên sereke yên germahiya zêde mayîna rasterast a li ber tavê ye.
Yan jî xebata ji bo demên dirêj a di bin tavê de ye.
Her wiha da zanîn ku xetere hem li ser mezinan û hem jî zarokan çêdibe.
Îbrahîm Elî got berî veguhestina kesê bandordar, divê tedbîrên alîkariya yekem werin girtin.
Wek mînak veguhastina wî bo cihekî hênik, sarkirina laşê wî.
Îbrahîm Elî her wiha hişyarî da ku dermanên kêmkirina tayê neyên bikaranîn.
Her wekî da zanîn ku ew derman di rewşên germê de bê bandor in.
Ji ber ku germahiya bilind di vê rewşê de ne ji ber tayê an îltîhabê ye, lê ji ber tîrêjên rojê ye.



