PYD: BIRYARA EMERÎKA NE RAST E Û ALIYÊ WÊ YÊ QANÛNÎ Û CIVAKÎ NÎNE

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokaratîk (PYD) girêdayî biryara Wezareta Derve ya Amarîkayê ya derbarê 3 pêşengên PKK’ê de daxuyaniyek da.

PYD’ê got;

Biryara Amrîka ti aliyê wê yê qanûnî û civakî nîn e.

Em bang li DYA’yê dikin ku zextê li Enqereyê bike da ku pêvajoya aştiyê aktîf bike.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokaratîk (PYD) girêdayî biryara Wezareta Derve ya Amarîkayê ya lêgerîna 3 pêşengên PKK’ê de daxuyaniyek da.

Meclisa Giştî ya PYD’ê di daxuyaniyê de wiha got:

Em dibînin ku ev biryara siyasî ye û ji rastiyê dûr e û aliyê wê ya qanûnî û civakî tune ye.

PYD’ê diyar kir ku ev biryar dikeve xizmeta piştgiriya dewleta Tirk ku piştgiriyê dide çeteyên ku li Sûriyê xwe bi cih kirin e.

PYD’ê balkişand ser rola tekoşîna PKK’ê û wiha anî ziman:

PKK’ê tevgereke kurdistaniye bi armanca peydakirina çareserkirina adil ji bo doza Kurdî xwe avakiriye.

PYD’ê destnîşan kir ku daxuyaniya DAY’ê yê nakeve xizmetî çareserkirina aloziya li Sûrî ye lê belê aloziyê mezintir dike û wiha domand:

Ev biryar bandoreke neyinî li ser şerê terorê dike.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokaratîk PYD’ê di dawiyê de ev bang kir:

Em bang li hemû partiyên kurdî û niştimanperwer ên demokratîk li Sûriyê, Kurdistanê û tevahî hêzên li Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku xebat û têkoşîneke hevbeş bidin meşandin.

Her wiha em bang li DYA’yê kir ku fişarê li Enqereyê bike da ku pêvajoya aştiyê aktîf bike.

Leave a Reply

Back to top button