HPG: Li Girê Amêdiyê 2 dagirker hatin cezakirin

Li Girê Amêdiyê ku dikeve rojavayê Zapê gerîlayan careke din çalakiyên bi bandor pêk anîn.
Di çalakiyan de 2 leşkerên dewleta Tirk hatine cezakirin.
Her wiha têkildarî îdayên bêbingeh yên artêşa Tirk li ser windahiyên gerîla dide jî hişyarî bebû.
HPG’ê her wiha bang li raya giştî kir ku guh nede derewên artêşa dagirker.

Artêşa Tirk a qirker ku li hemberî gerîla têk diçe, bi belavkirina nûçeyên nerast hewil dide raya giştî ya Tirkiyê razî bike.

20’ê Çileyê artêşa Tirk îdia kiribû ku li herêma Gare 9 û li Zapê jî 10 windayiyên gerîlayan çêbûne.

Hêzên Parastina Gel HPG’ê ragihand ku wan peywendî bi hemû fermandariyên xwe yên van herêman re çêkiriye û hatiye piştrastkirin ku îdiayên artêşa Tirk nerastin.

Artêşa dagirker ku ji operasyonên şoreşgerî yên dawî û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbên giran xwar û hejiya, bi nûçeyên derewîn hewl dide raya giştî bixapîne û hêzên faşîst motîve bike.

HPG’ê ji raya giştî xwest ku bi van derewên artêşa Tirk neyên xapandin.

Her wiha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî parve kir:

“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

18’ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî di encama çalakiyekê de, derb li çeperên dagirkeran hate xistin.

21’ê Çileyê li heman qadê vê carê gerîlayên YJA Starê çalakiyek pêk anîn û derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

22’ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dagirkeran hate xistin ku li dora wesayiteke leşkerî kom bûbûn.

Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

HPG’ê diyarkir ku 17’ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li Zapê artêşa Tirk li hemberî hêzên wan careke din teqemeniyên qedexekirî bikar anîn e.

HPG: 45 Caran Garê, Zap, Xakurkê û Metîna hatine bombebarankirin

Her wiha ji 16 heta 23’ê Çileyê bi giştî 45 caran qadên Garê, Zap, Xakurkê, Metîna hatine bombebarankirin.

20 û 21’ê Çileyê herêmên Zap û Xakurkê bi helîkopteran hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan ahtin bombekirin.

Gerîlayan li Zapê careke din êriş birin ser çeperên dagirkeran

Back to top button