Dayîkên Aştiyê: Bila tecrîd bê rakirin

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li gel hemû astengiyên polîsan jî daxuyanî dan û destnîşan kirin ku heya tecrîd bê rakirin dê têkoşîna wan bidome. 

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêber Apo û çalakiyên greva birçîbûnê, xwestin li Parka Ataturkê daxuyaniyeke girseyî bidin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û parlementerên HDP’ê Feleknas Ûca û Ayşe Acar Başaranê jî piştgiriya dayikan kirin.

Polîsan bi hinceta “daxuyanî bê destûr e” daxuyaniya dayikên aştiyê asteng kir.

Jinan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindana”, “Denîz Poyraz nemir e”, êrişa polîsan şermezar kirin.

Back to top button