Şerê li Xezayê 127 roj li pey xwe hişt

Di roja 127’an de, li Xezayê di êrişên Îsraîlê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû ferman da artêşê ku beriya meha Remezanê Refahê ji Hemasê paqij bike.
Serokatiya Dewletê ya Filistînê û Hemasê jî eşkerekirin, li Refahê komkujiyên ku pêk werin wê Amerîka û Îsraîl berpirsyar bin.

Şerê Hemas û Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve bi dijwarî û bê navber didome.

Di roja 127’an de, li Xezayê şer û êriş nesekinîn û berdewankirin.

Di nava 24 seetên dawiyê de jî hêzên Îsraîlê êrişên giran pêk anîn.

Di bombebarana li ser Refahê de 25 Filistînî hatin kuştin

Hêzên Îsraîlê duh li dijî herêma Refahê ya Xezayê ku demekê plana êrişên berfireh li ser dike, bombebaranên giran pêk anîn.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Filistînê, di encama êrişên Îsraîlê de 25 kes hatin kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bûn.

Netanyahû Ferman da artêşê: Berî remezanê Refahê ji Hemasê paqij bikin

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî ku di operasyoneke berfireh ya li ser Refahê de bi israr e, ferman da artêşê ku beriya meha Remezanê Refahê ji baskê leşkerî yê Hemasê paqij bike.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Ereb, di hevdîtina Netanyahû û Fermandarê Giştî yê Artêşê Herzî Halewî de, li ser vê mijarê nêrînên cuda derketine.

Hat eşkere kirin Halewî di hevdîtinê de diyar kiriye, li gorî plana heyî divê herêm bê valakirin û bi Misirê re koordînasyon hebe.

Lê Netanyahû jî dibêje, dem nemaye û divê beriya Remezanê baskê leşkerî yê Hemasê li Refahê were bê bandorkirin.

Filistîn: Amerîka û Îsraîl wê ji encama êrişa li dijî Refahê berpirsyar bin

Ofîsa Serokatiya Dewletê ya Filistînê jî têkildarî planên Serokwezîrê Îsraîlê yên derbarê Refahê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de plan û daxuyaniyên Netanyahû hatin şermezarkirin û wiha hate gotin:

“Armanca êrişa li dijî Refahê valakirina herêmê ji Filistîniyan e.

Amerîka û Îsraîl wê ji encamên vê yekê berpirsyar bin. Gelê Filistînê wê dest ji xaka xwe bernede û welatê xwe neterikîn e.

Ev gava Îsraîlê gefê li ewlekarî, aştiya herêmê û cîhanê dixwe û xetên sor hemûyan derbas dike.

Divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbuyî berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

Hemas: Îsraîl êrişî Refahê bike wê bi deh hezaran kes bên kuştin

Li aliyê din Hemasê jî hişyarî kir ku ger Îsraîl êrişî Refahê bike wê bi deh hezaran kes bên kuştin.

Di daxuyaniya Hemasê ya têkildarî mijarê de wiha tê gotin,

“Ger ku Refah bê dagirkirin wê rê li ber mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kesî veke.

Ji karesat û komkujiya ku pêk were, rêveberiya Amerîkayê, civata navnetewî û hêzên dagirker berpirsyarin.

Di 24 saetan de ji ber êrişên Îsraîlê 107 Filistînî mirin

Back to top button