HPG: Li qada Sîda ya Zapê derb li kepçeyekî hat xistin

Kepçeyekî ku hewl dida çeperên şer ên li herêma Zapê hilweşînin, ji aliyê gerîlayan ve derbe xwear.
Her wiha HPG’ê ragihand ku Hêrêmên Parastina yên Medyayê 38 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Li gorî vê;

Li Qada berxwedanê Sîda ya Herêma Zapê,

9’ê Sibatê gerîlayan bi bombeyên dest û çekên ferdî dest li kepçeyên ku hewl didan çeperên şer hilweşînin, werdan.

Piştî çalakiyan kepçeya ku derb xwarî, vekişiya.

Her wiha 7’ê Sibatê, li rojavayê Zapê jî gerîlayan bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dan.

Arteşa Tirk qadên gerîla 38 caran bi balafirên şer bombe kir

Derbarê êrişên dagirkeriyê ên arteşa Tirk jî HPG’ê dawiyê ev agahî parve kir:

5, 6, 7, 8 û 9’ê Sibatê herêma Garê, Xakurkê, Metîna, Qendîl, Zap û rojavayê wê 38 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Her wiha qada Geliyê Lolanê ya herêma Xakurkê jî bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

Ji HPG’ê çalakiya tolhildanê: 2 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Back to top button