Balafirên Tirkiyê bajarokê Batîfa yê Zaxoyê bombebaran kir

Balafirên dewleta Tirk a dagirker bajarokê Batîfa yê Zaxoyê bombebaran kir.

Ajansa Nûçeyan “Roj News” da xuyakirin ku balafirên Tirkiyê nîvê şevê, bajarokê Batîfayê da ber bombeyan.

Her wiha balafirine şer ên nenas nêzî 40 xulekan, li asîmanê bajarê Silêmaniyê difiriyan.

Rêveberiya Balafirgeha Silêmaniyê li ser vê yekê diyar kir, ku ew nizanin ev balafir ên kîjan welatî ne û armanca wan çi ye.

Berî rojekê jî, dagirkeriyê gundê Hîrur ê Zaxo û derdora wî û gundê Nihêl û çiyayê Metîna yên girêdayî Dihokê, bi dijwarî bombebaran kiribûn.

Heta niha ti agahî der barê ziyanan de, nehatine parvekirin.

Back to top button