Xwepêşandan û boykota mamostayên li başûrê Kurdistanê ya li dijî nedana mûçe û tayînekirinê dewam e.
Mamostayên Qeladizê diyar kirin ku yekane rêya şkandina boykotê pêkanîna daxwazên me ye.
Li Başûrê Kurdistanê ji 2014’an ve wergirtina mamostayan, tayînkirin û pile-bilindkirina mamosta û karmendan hatiye rawestandin.
Lewema li dijî vê yekê, nêzî 5 mehin mamoste ji bo mafê xwe di nava boykotê de ne.
Li Silêmanî, Helebce, Germiyan, Raperîn û Koyê rojane boykot û xwepêşandan hene.
Aliyên desthilatê jî, zext û gef li mamostayan dikin ku çalakiyên xwe bidawî bikin.
Lê tevî vê yekê hîna jî gelek mamosta li qadan di nava boykot û xwepêşandanan de daxwaza mafên xwe dikin.
“Yekane rêya şikandina boykotê pêkanîna daxwazên me ye”
Derbarê berdewamiya boykot û zextên desthilatê, mamostayên bajarokê Qeladizê yê ser bi îdareya Raperîn ji Ajansa Rojnewsê re axivîn.
Mamosta Azad Ehmed balkişand ser dewamiya çalakiyan û got:
“Peyama me ji hikûmetê re ew e ku li şûna ku zext li mamostayan bikin, werin û daxwazên mamostayan pêkbînin.”
Nûnerê mamostayên nerazî, Mamosta Saman Berze jî derbarê heman mijarê axivî û ev tişt anî ziman:
“Hebûna mamostayan a li kolanan bersiva hemû zext, ceza û gefên ku li wan tê kirin e.
Yekane rêya şkandina boykotê û bidawî-anîna van çalakiyan, pêkanîna daxwazên me ye.”
Mamostayên di nava çalakiyên de jî, diyar dikin heta ku hemû daxwazên wan neyên pêk anîn wê boykot û xwepêşandan dewam bikin.
Li Başûrê Kurdistanê kirîza nedana mûçeyên mamosteyan berdewam e