Girtin, bêdengkirin û revandina rojnamevanan û çalakvanên siyasî ji aliyê PDK’ê ve li başûrê Kurdistanê didomin. Duh û îro, Hêzên PDK’ê 3 rojnamevan û çalakvan revandin û heta niha çarenûsa wan nediyar e. Girtiyên Behdînan ê jî ji ber bêhiquqiya heyî û nebûna qanûnan ku heta niha nayên berdan ketin e gireva birçîbûnê û rewşa tenduristiya wan xirab e.
Girtin, bêdengkirin û revandina rojnamevanan û çalakvanên siyasî ji aliyê PDK’ê ve li başûrê Kurdistanê didomin..
Îro Hêzên ser bi PDK’ê ve li Hewlêrê rojnamevan Eyub Elî ku nûçgehiyanê Televizyona KNN’ê ye binçavkirin û sedema binçavkirinê jî nayê zanîn..
Li gorî agahiyên Rojnews ku xwe dispêre çavkaniyeke taybet, duh bi şev hêzên PDK’ê rojnamevanên bi navê Letîf Goran û Biryar Nêrweyî ku nûçegihanên televziyona NRT ne revandin e..
Her wiha berpirsê tevgera Nifşê Nû yê Dihokê Aram Hisên jî ji aliyê hêzên PDK’ê cw hatiye revandin û çarenûsa wan nayê zanîn..
Girtiyên Behdînanê 15 rojin ketine gireva birçîbûnê
Li aliyê din, girtiyên Behdînanê 15 rojin in di greva birçîbûnê de ne û roj bi roj rewşa tenduristiya wan xirab dibe.
Rojnameger û Nûnerê Girtiyên Behdînan Eyhan Seîd têkildarî rewşa girtiyan nameyek pêşkêşî her sê serokatiyên Başûrê Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî kir…
Eyhan Seîd di nameyê de diyar dike ku eger qanûn bi cih werin wê demildest werin berdan û wiha dibêje:
“Di roja 19’ê Tîrmehê de bi dirûşma ‘Yan Azadî yan mirin’ girtiyên Behdînanê dest bi greva birçîbûnê kirine û hinekan jî li Girtîgeha Hewlêrê destpê kirine.
Lewma nêzî mirinê dibin.
Encûmena Dadwerî û Serdozgeriya Giştî jî weke temaşeker bêdeng in û rê nadin yasa pêk were.
Ji derveyî girtiyên Behdînan, bi dehan kesên bajarên din di girtîgeha Hewlêrê de di greva birçîbûnê de ne.”