Îstixbarata Holanda belgeya piştevaniya Erdogan ji terorê re weşand

Piştî Endamê Meclisa Nuneran yê Holanda Geert Wilders wêneyê Erdogan yê bi rêngê DAIŞ’ê parvekir, îstixbareta welat jî belgeyek a têkiliya navbera Erdogan û tundrawên li Holanda de weşand.

Li gorî toreya El-Eyn El-Exbariye ragihandî, di belgeyê de hate destnîşankirin ku armancên Erdogan yên”îslametiyê” li welat bi rêya rêxistinên Tirkî – Holandî belav dibe.

Di belgeya ku ji 30 rûpelan pêk tê de îşaret bi têkliya xurt ya rêxisinên selefî yên Tirkî koma ciwanan re hate kirin..

Koma qala wê tê kirin bi rêya toreyên tevna civakî bi selefiyan re dikevin nava peywendiyê û dijminatiya welatê rojava dikin.

Di beşekî ji belgeyê de ku bi navê “Îstartîjîka îslambûna Erdogan, çawa selefî sûdê jê digrin” de îşart bi serokomarê Tirk hate kirin ku çawa zemîneke ji van selefiyan re daye avakirin û bingehê wê yê siyasî xurt kir.

Her wiha di belgeyê de diyar bû ku di nav de çeteyên Tehrîr El Şam têkiliya dewleta Tirk bi gelek komên çeteyan re heye.

Back to top button