Li Efrînê polîtîkayên guhertina demokrafîk

Li hemberî avakirina mêtingehekê li ser erdê wî, koçberek Efrînî wê li Neteweyên Yekbûyî gilî li dagirkeriya Tirk bike.

Ji roja dagirkirina Efrînê ve dagirkeriya Tirk 22 mêtîngeh lê avakirin e.

Ji herêmên cuda ji Sûriyê û welatên cuda ên cîhanê, malbetên çeteyan lê bi cih kiriye.

Herî dawî Komeleya “Ecnadîn” a Filistînî li nêzî navçeya Cindirêsê li ser erdê koçberekî Efrînî mêtingeh ava kir.

Koçberekî Efrînê li NY giliyê dagirkeriya Tirkî kir

Hesen Mecîd Mihemed ku niha li Şehbayê dimîne diyar kir ku dagirkeriya Tirk 280 darê wî yê zeytûnê birîn e û got:

Dagirkeriya Tirk mîtîngehê li ser erdê me yê di navbera gundên Hemîlkê û Rifetiyê yên navçeya Cindirêsê de ava kiriye.

Û niha 200 malbatên çeteyan di wan malan de bi cih kirine.

Em erdê xwe ji kesî re nahêlin.

Ezê gilî ji Neteweyên Yekbûyî re rakim.

Di dawî de Mihemed bang li rêxistinên navneteweyî kir ku têkildarî sûcên guhartina demografîk ku dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrînê ya dagirkirî pêk tîne, bi erka xwe rabin û Tirkiyê ceza bikin.

Back to top button