Di encama pêngava sêyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” ku di 27’ê mehê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê hate destpêkirin, çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin û gelek tonel hatin dîtin.
Her wiha gelek amûrên leşkerî, çente, maskên leşkerî, amûrên kolandinê, xendeq û jêrzemîn dîtin.
Çeteyekî DAIŞ’ê ku cilê jinan li xwe kiribû hat girtin.
Her wiha di beşa muhecîrat de gelek tonel û mayîn hatin desteserkirin.
Di roja duyemîn a operasyonê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek amûrên leşkerî, çente, maskên leşkerî, amûrên kolandinê, xendeq û jêrzemîn dîtin.
Li kampa Hol gelek amûrên leşkerî û amûrên kolandinê hatin dîtin
Girêdayî mijarê berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî diyar kir ku xetereya kampa Holê ji ya girtîgeha Sînaa ne kêmtir e û got:
“Piştî kuştina serçeteyê bi navê Ubeyd EL-Iraq, şaneyên DAIŞ’ê di nav kampê de xwestin êriş bikin.
Rêbaza tevgera zarokên DAIŞ’ê di kampê de, êrişên wan ên bi keviran, çêkirina listîkên xwe ji şûr û amûrên şer, îsbat dike ku ew di pêşerojê de wê bibin xeteriyeke mezin e.”
Li kampa Holê qonaxa 3. a oparsyona “Mirovî û Ewlehiyê” pêk tê