TEV-DEM: WÊ GELÊ HERÊMÊ BI HÊZA XWE YA CEWHERÎ LI BER XWE BIDE

Hevserokatiya TEV-DEM’ê li ser gefên dewleta Tirk a dagirker, daxuyanî da û diyar kir ku di rewşa êrîşek a dewleta Tirk de, wê gelê herêmê bi hêza xwe ya cewherî berxwedanek mezin bide meşandin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyên herêmê hate kirin ku di rewşek ya şer de bi awayekî rêxistinkirî li dijî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî nîşan bidin.

Hevserokatiya TEV-DEM’ê li ser gefên dewleta Tirk a dagirker û daxuyaniya Serokê Emerîkayê Donald Trump daxuyaniyek da.

Hevserokatiyê balkişand ser gefên Erdogan yên dawî li ser bakûr û rojhilatê Sûrî û wiha got;

Balkêş e ku ev daxuyanî piştî daxuyaniya rayedarên payebilind ê DYA’ê ku digotin ’em ê Tirkiyê li dijî êrîşan biparêzin’ hat dayîn. Bi taybet jî piştî ku rayedarên DYA’yê ji Tirkiyê hatin Bakurê Sûriyê, dayîna vê daxuyaniyê diyar dike ku DYA’yê li dijî êrîşên Tirkiyê bertek nîşan nedaye.”

TEV-DEM’ê dest nîşan kir ku di demekî de ku têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê dewam dike, Erdogan gefan dixwe.

TEV-DEM’ê îşaret bi biryara firotina fuzan ji bo Tirkiyê û di heman rojê de biryara vekşandina leşkerên Emerîkî ji Sûriyê kir û got:

Ev yek nîşan dide ku li ser gelên Bakurê Sûriyê komployek e. Ev hemû geşedan gumana lîstok û planên qirêj zêdetir dike. Hemû cîhan ev yek bi awayê ku DYA ji Tirkiyê re gotiye em vedikişin, hûn dikarin dagir bikin şîrove kiriye.

TEV-DEM’ê diyar kir ku, ji mafê Emerîka ye ku biryarek weha bide, lê ger li ser gelên mezlûm nebe parçeyekî planek qirêj.

Ji xwe em xwediyê têgihiştineke siyasî ne ku li Sûriyek demokratîk û azad tu hêzên derve divê nebin.

TEV-DEM’ê teqez kir ku li dijî demokratîkbûn û yekîtiya Sûriyê astengiya herî mezin dewleta Tirk a dagirker e.

TEV-DEM’ê bi bîr xist ku Sûriyê endama Neteweyên Yekbûyî ye û ev tişt anî ziman;

Di serî de welatên ku bi gelên Bakurê Sûriyê re li hemberî DAÎŞ’ê têdikoşin û welatên endamên Konseya Neteweyên Yekbûyî divê bi lezgînî Neteweyên Yekbûyî vexwînin civînê û biryarek rê li ber êrîkariya Tirkiyê bigirin derxînin.

Her weha divê hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahî tevlî têkoşîna gelê Kurd bibin a ku demokratîkbûna rojhilata navîn hedef dike.

Hevserokatiya TEV-DEM’ê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir:

Divê hemû pêkhateyên herêmê ku berdêlên giran dane, xwe bispêrin hêza civaka demokratîk a rêxistinkirî û li dijî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî nîşan bidin.

Leave a Reply

Back to top button