Li Şengalê kongireya 5. a Rêveberiya Xweser a Şengalê, bi beşdariya 450 mêhvan û delegeyan hat lidarxistin.
Kongire bi diruşmeya “Bi xemla nîsanê Şengalê ava bikin, Xweseriyê misoger bikin” li navçeya Sinûnê ya Şengalê dest pê kir.
Di Kongireyê de nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, nûnerên komên ol û baweriyên Şengalê, hêz û aliyên siyasî yên Şengalê beşdar bûn.
Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Brahîm ve hate kirin.
Heso Birahîm bal kişand ser Peymana 9’ê Cotmehê ku bi hevkariya dewleta Tirk, PDK û hikumeta Kazimî hatibû îmzekirin û wiha got:
”Bi navê qanûnê xwestin Peymana 9’ê Cotmehê li me ferz bikin.
Li ser vî esasî gelek êriş li ser me çêbûn.
Bi sekneke fedayî dayik, jin û kalemêr, hemû civaka Êzidî û gelê Ereb li ber xwe da û rê li ber vê peymanê girt.”