Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata Cemîl Hebîb ê endamê TEV-DEM′ê ku di encama krîza dil de şehîd bibû.
Li taxa Hîlaliyê ya Qamişlo ji bo şehidê TEV-DEM′ê Cemîl Hebîb konê sersaxiyê hate vedan.
Şêniyên Qamişloyê serdana konê kirin û sersaxî dan malbata şehîd.
Di sersaxiyê de qala jiyan û tekoşeriya Ş. Cemîl Hebîb hate kirin û hate gotin:
“Şehîd xwedî taybetmendiyên hezkirina welat, parastina destkeftiyên şoreşê û hezkirina hevalên xwe bû. Heta şehadetê li ser soza xwe bû.
Welatiyan soza şopandina armancên şehidan dan û diyar kirin ew ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.
Li Qamişlo cenazeyê şehîdê TEV-DEM’ê Cemîl Hebîb hat veşartin