Li Iraqê zêdetirî milyonek zarok ji mafên xwe bê par mane

Wezareta Plandanînê ya Iraqê derbarê rewşa zarokan a li welat de raporek belav kir û got:.
Li herêmê 1 milyon û 100 hezar zarok li Iraqê ji mafên xwe yên bingehîn bêpar mane

Li Iraqê rêjeyek mezin ya zarokan ku ji mafên xwe tên herî bingehî bê par in, heye.

Li ser vê rewşê, Werzareta Plandanînê a Iraqê raporek belav kir û ragiahdn ku li herêmê 1 milyon û 100 hezar zarok ji mafên xwe yên bingehîn bêpar mane.

Her wiha di raporê de hate gotin:

Li welat û bi taybetî li gundan zarok di aliyê perwerdehî û derbaskirina demê de rastî cûdakariya zayendî tên.

Di aliyê xwendin û peydakirina jiyanek bextewer de cûdakarî di navbera zarokên kur û keç de tê kirin.

Wezaretê Plandanînê ya Iraqê destnîşan kir ku divê zarok tamê ji jiyana zarokatiyê wergirin û got:

Ne tenê mafê xwendin û tendirustiyê ji bo wan were afirandin,

Di heman demê de divê ji tundiya nava malê û derve de jî werin parastin.

Back to top button