Li Kanada ji ber şewata wêranker rewşa awerte hat ragihandin

Kanada nikare rê li ber şewata li welat bigre.
Rêveberiya welat rewşa awerte ragihand.
Bajarekî ku 20 hezar niştecihê xwe heyî jî hate valekirin.

Li Brîtanya Kolombiyayê ku şewat bi lez û bez belav dibe, rewşa awarte hat ragihandin.

Malên li bajarê Kelowna Rojava di bin xetereya şewatê de ne.

Şewata li McDougall Creek di 24 saetan de ji 64 hektarî, derket 6 hezar û 800 hektarî.

Dîsa ji ber şewatan nîvê nifûsa herêmên Bakur-rojavayê Kanadayê ku nêzî 22 hezar kese bo cihên ewle hatin veguhestin.

Şewat gihişte derûdora paytexta herêmê Yellowknife.

Li herêmê ku zêdeyî 200 şewatên mezin û biçûk dewam dikin de, rewşa awarte hat ragihandin.

Asta Amadebûna Neteweyî, bersivên hawarçûnê jî derxist asta 5.

Ev asta ku herî bilind e, tê wê wateyê ku hemî agirkujên li welêt ji bo bersivdana şewatên daristanan têne peywirdar kirin.

Daristanên Kanada yê dişewite, gund û bajar vala dibin

Back to top button