Çeteyan welatyek bi darê zorê ji mala wî derxsitin û li şûna wê malbateke xwe lê bicihkirin
Li ser bêyerên li Efrîna dagirkî Endamê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûrî Îbrahîm Şêxo got: “Efrîn niha bi awayekî fiîlî bi bajarê Hatay ê Tirkiyê ve hatiye girêdan.”
Li Efrîna dagirkirî ku bûye dojeha li ser rûyê erdê sûc kêm nabin.
Piştî dagirkirinê hate niha rojane li wir bûyerên revandin, kuştin, desavêtin, dizî û talanê pêk tên.
Efrîn NEWS 24 ragihand ku çeteyên navê Polîsên Sivîl li xwe dikin du welatiyên ji Cindirêsê revandin.
Navên kesên ku hatine revandin jî; Mistefa Beko û Mihemed Xoce ne.
Çeteyan Arif Kezûm ji mala wî derxistin û malbateke xwe lê bicihkirin
Çeteyên dewleta Tirk El Emşat jî li navçeya Şiyê malbata Arif Kezûm bi darê zorê ji mala wî derxistin.
Heman koma çete gefa kuştin û revandinê li 4 malbatan din jî xwariyê da ku malên xwe vala bikin
Hate diyarkirin ku li şûna welatiyên ji malên wan tên derxistin, çete malbatên xwe bi cih dikin
Têkildarî sûc û binpêkirinên li herêmên dagirkirî, bi taybetî jî li Efrînê endamê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûrî Îbrahîm Şêxo jî axivî
Îbrahîm Şêxo: Tu ferqa ENKS’ê û Tirkiyê ji hev tune ye”
Îbrahîm Şêxo di serî de bal kişande ser hewldana guhertina demografiya Efrînê.
Şêxo têkiliyên ENKS û Tirkiyê jî wiha nirxand:
“Ew jî şirîkê sûcên Tirkiyê yên li Efrînê ne ku li gor armancên Tirkiyê tevdigerin.
Tu ferqa ENKS’ê û Tirkiyê ji hev tune ye.”
Endamê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûrî Îbrahîm Şêxo bêdengiya hêzên navnetewî şermezar kir û di dawiyê de ev bang kir:
“Divê hêzên navneteweyî, hiqûqî û mirovî bi erkên xwe rabin û hemû kesên têkiliya wan bi dagirkeriyê re heye li darezînin.”