Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê: Em ê ji gef û êrîşên dewleta Tirk netirsin û xizmeta civaka xwe bidomînin

Sazî û rêxistinên Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê şermezar kirin.

Daxuyanî li gundê Behrava ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Xanesorê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku YBŞ hêza Şengaliyan e, lewre dewleta Tirk êrîşan li dijî wê pêk tîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Şengalî wê ji gef û êrîşên Tirkiyê netirsin û bi hemû hêza xwe xizmeta civaka Êzidî bidomînin.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Zehra Dexîl jî got:

“Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku li dijî êrîşan bi erka xwe rabe û serweriya xaka xwe biparêze.”

Dewleta Tirk di nava vê hefteyê de 2 caran êrîş li ser Şengalê pêk anîn.

Cara pêşî li ser Gundê Behrava, cara duyem jî li ser Goristana Deqê Mêre.

Back to top button