Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagiker ku li ser herêmê didomîne, şêniyên Kobanê derketin kolanan û hêrsa xwe nîşan da.
Xelkê Kobanê bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriyê ku li ser bajarê wan û herêmên din ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê pêk tên, xwepêşandan lidar xist.
Bi dehan şêniyên ku li kolan û kuçeyên bajar meşiyan û li Meydana Jinên Azad a navenda bajêr daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê Nada Şahîn axivî û êrişên dagirkeriyê şermezar kir.
Nada Şahîn diyar kir ku divê li dijî van êrişan berxwedanî û têkoşîn were mezin kirin.