Salih Muslim: Tirkiye ancax bi yekîtî û têkoşînê dikare bê derxistin

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim daxuyanî û nirxandinên Beşar Esed têrî nakin ku Tirkiye ji axa Sûriyeyê bê derxistin û got: “Tirkiye ancax bi yekîtî û têkoşînê dikare bê derxistin”.

Serokê Hikumeta Şamê Beşar Esed beriya çend rojan di nirxandineke xwe de diyar kir ku heta deweleta Tirk li axa Sûrî dernekeve nepêkane ew bi Erdogan re rûnê.

Têkildarê mijarê Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim axaftinên girîng kir.

Salih Muslim destnîşan kir ku daxuyaniyên bi vî awayî têrî derxistina Tirkiyeyê nakin û got:

“Lê di destê hikumeta Şamê de jî biryar û hêz nîn e.

Di navbera hêzên hegemon de li ser Sûriyeyê şerek heye.

Tişta xuya dike ew e hêzên hegemon li ser derketine Tirkiyeyê ya ji axa Sûriyeyê lihev nekirine, xema wan jî ew nîn e.

Berjewendiyên Îranê bi Tirkiyeyê re hene, lewma niha destek nade mijara derketina Tirkiyeyê.

Rûsya dixwaze planên xwe bi Tirkiyeyê bide meşandin.

Koalîsyona Navneteweyî jî naxwaze hevkara xwe ya NATO’yê yanî Tirkiyeyê biqeherînin.”

“Ez texmîn nakim Şam gavekê bavêje”

Ji bo derxistina Tirkiyeyê Salih Mislim destnîşan kir ku ew texmîn nake Şam gaveke pratîkî bavejê û ev nirxandina xwe spart van mînakan:

“Li Soçiyê lihev kiribûn ku Tirkiye û çeteyên wê rêya M4/M5 vekin, lê heta niha venekiriye.

Derketina Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê zehmet e.”

Salih Muslim dazanîn ku Şam nikare bi serê xwe gavan bavejê û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Li gorî Tirkiyê na axivin, lê hevdîtinên xwe jî qût nakin.

Di civîna Astana de dijî Rêveberiya Xweser biryar girtin.

Yên ev biryar girtine Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îran e.

Rûsya ji bo pêkanîna hevdîtina Erdogan û Beşar kar dike, dixwaze wan li hev bîne.”

“Tirkiye dixwaze dagirkeriyê berfireh bike”

Hevserokê PYD’ê da zanîn ku niyeta dewleta Tirk a ji derketina axa Sûriyeyê tine ye û wiha dom kir:

“Niha nexşereyê din ji bo Tirkmenan derdixîne.

Yanî dibêjin ew ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleteke Tirkmenan çêbikin.

Tirkiye terorê wekî şantaj li dijî cîhanê bikar tîne.”

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim herî dawî ev peyam da:

“Mijar tevlîhev e. Encex bi yêkitî û têkoşîna xwe em dikarin Tirkan ji vir derxînin.”

Back to top button