Jinên ciwan ên Şehbayê tecrîd şermezar kirin

Tecrîda li ser rêber Apo li Şehbayê bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo hat kirin.. Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, ji bo azadiya Rêber Apo jî 25 hezar “e-mail” ji CPT re şandin.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li ser rêber Apo li herêmê dewam dikin..

Li Şehbayê jinên Ciwan bi meşekê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Piştî ku meş veguherî mitîngê li ser navê Jinên Ciwan daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku tenê Rêber Apo dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike.

Çalakiya konvedanê ya li Şehbayê bi dawî bû

Çalakiya Konvedanê ya li Şehbayê ku ji bo zelalkirina rewşa rêber Apo hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Çalakiya ku ji aliyê Kongra Star ve hatibû organîzekirin 18 rojan dewam kir..

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê civînek hat lidarxistin

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li dar xist.

Bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de kesên ku rêber Apo dîtine axivîn û behsa wî kirin.

25821 “e-mail” ji CPT’ê re hatin şandin

Li aliyekî din 27’ê Adarê heman Komîteyê, ji bo zelalkirina rewşa rêber Apo pêngavek dabû despêkirin.

Encamên pêngavê duh ji aliyê Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin eşkerekirin.

Heta niha li gorî encamên komîteyê, 25 hezar û 821 “e-mail” ji CPT re hatine şandin.

Pêngav, peyameke “e-mailê” bû, ji bo ku desthilata Tirkiyê gavên cidî bavêje.

Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî vê yekê got:

“Divê CPT ‘ê erka xwe bi cih bîne, zextê li dewleta Tirk bike da bihêle parêzer û malbata Rêber Ocalan serdana wî bikin.”

Back to top button