Odeya Tabîban a Xarpetê: 27 kesan jiyana xwe ji dest da

Odeya Tabîban a Xarpêtê ragihand ku di erdhejê de 27 kesan jiyana xwe ji dest daye, 225 kes jî birîndar bûne.

Odeya Tabîban a Xarpêtê ragihand ku di erdheja bi şideta 6.8’an a li Xarpêtê pêk hat de li Xarpêtê 27 kesan jiyana xwe ji dest da, 553 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên dewleta Tirk û saziyên dewletê jî ragihandibû ku li Xarpêtê 8 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 12 kes jî birîndar b ûne.

Waliyê Xarptê Çetîn Oktay Kaldirim jî di saetên şevê de bi daxuyaniya dayî diyar kiribû ku 2 jê giran 553 kes birîndar bûne.

Têgotin di encama erdhejê de gelek avahî ruxiyane û dibe ku hijmara kesên jiyana xwe ji dest dabin zêdetir be.

Erdheja ku di saet 20.55’an de pêk hat li Meletî, Dersim, Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Çewlik, Semsûrê û bajarên Rojava jî hate hîskirin.

Back to top button