Li dijî Refahê amadekariyên operasyona bejahî û êrişên ezmanî didome

Îsraîl li aliyekî amadekariyên operasyona bejahî û li aliyekî jî êrişên ezmanî yên li dij herêma Refahê ya Xezayê didomîne.
Hat ragihandin di êrişa balafirên şer ya li dijî navenda Xezayê de jî 15 kes mirine.
Hemasê eşkere kir li Xezayê 10 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û ji 8 dîl girtiyên ku di êrişa Îsraîlê de birîndar bûn, ji wan 3 mirin.

130 roje şerê Hemas û Îsraîlê dewam dike û her roj hejmara kuştî û birîndaran ya li Xezayê zêde dibe.

Ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve di Şerê Hemas û Îsraîlê de zêdeyî 570 leşkerên Îsraîlî û 28 hezar Filistînî hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê ku li dijî herêma Refahê amadekariyên operasyona bejahî dike, êrişên ezmanî didomîne.

Dezgehên çapemeniyê yên Filistînê ragihandin ku balafirên şer yên Îsraîlê sê caran êrişî rojhilatê Refahê kirine.

Di êrişa li ser navenda Xezayê de 15 kes hatin kuştin

Hat ragihandin di êrişa Îsraîlê ya li dijî maleke li kampeke penaberan ya li navenda Xezayê de jî herî kêm 15 kes mirine û hejmareke zêde jî birîndar bûne.

Hemas: Me li Xan Yunus ya li Xezayê 10 eskerên Îsraîlî kuştin

Baskê eskerî yê Hemasê jî eşkere kir ku wan 10 eskerên Îsraîlî kuştine.

Di daxuyaniya derbarê mijarê de hate diyar kirin di şerê li Xan Yunus ya başûrê Xezayê de 10 eskerên Îsraîlî hatin kuştin.

Hemas: 8 dîlên ku di êrişên Îsraîlê de birîndar bûn 3 ji wan mirin

Her wiha baskê eskerî yê Hemasê ragihand, duh di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 8 kesên dîl girtî ku bi giranî birîndar bûn 3 ji wan mirin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin dema nav û wêneyên kesên mirine û rewşa birîndarên din zelal bû wê were eşkerekirin.

Artêşa Îsraîlê: Li Xezayê 3 leşkerên me mirin

Li aliyê din artêşa Îsraîlê jî ragihand ku 3 leşkerên wan yên payebilind li Xezayê mirin.

Li gorî nûçeya Jerusalem Post, artêşa Îsraîlê ragihandiye di şerê li Şerîda Xezayê de sê leşkerên wan yên din mirine.

Êrişên li dijî Refahê di rojeva cîhanê de ye

Back to top button