Çeteyên Tirkiyê welatiyek ji Efrîna dagirkirî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a qirker li taxa kevin a Efrînê welatiyek ji pêşiya mala wî revand.

Ajansa Hawarê li gorî çavkaniyên xwe ragihand ”Çeteyên dewleta Tirk welatiyê bi navê Mehmûd Reşîd Ebdo (34) revand.”

Çeteyan Mehmûd ji pêşiya mala wî ya li derdora mizgefta Şêx Şewah a li taxa kevin a Efrînê revand û bir cihekî nediyar.

Doh jî çeteyan 2 sivîl ji gundê Şêxotko yê navçeya Mabata ya Efrînê revandin.

Di hefteya derbasbûyî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, 2 jê jin, zêdetirî 9 welatî revandin.

Back to top button