Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê serdana Meclisa Leşkerî ya Suryanî kir

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê serdana Meclisa Leşkerî ya Suryanî kir.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê îro pêşwaziya nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê li Fransayê Dr. Xalid Îsa û cîgira hevserokatiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Îliya kir.

Têkildarî serdanê berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena û ji fermandarên meclisê Matay Hena wiha got:

“Ev serdan di çarçoveya xebatên doplomatîk ên Rêveberiya Xweser de pêk hat, da ku rewşa navçeya Til Temirê bi taybet û rewşa herêmê bi giştî bighînin aliyên fermî yên li Fransa û rêxistinên hikumî û aliyên têkildarî raya giştî her wiha bandora êrîşên DAIŞ’ê yên li ser herêmê û ziyanên ku gihandine gundên Xabûrê ji wan re hat gotûbêjkirin.”

Piştî civînê şandeyê li gel Meclisa Leşkerî ya Suryanî serdana gundên nêzî eniyên şer ên bi dewleta Tirk û çeteyên wê re kir.

Back to top button