Ciwanên Kobanê, Heleb û Minbicê xwestin hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, li Heleb, Kobanê û Minbicê bi çalakiyan xwestin ku tavilê hevdîtin bi rêber Abdulllah Ocalan re were kirin û li ser rewşa wî agahî werin girtin.

Bi dehan ciwanên bajarê Kobanê meşek li dar xist û bang kirin ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin.

Bi diruşma “Ji tecrîd, faşîmz û dagirkeriyê re êdî bes e.. dem dema azadiyê ye” Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek li taxa Şêxmeqsûdê li dar xist û xwestin ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan were eşkerkirin û rêbertî were azadkirin.

Girêdayî heman armancê jî, Meclisa Ciwanên Şoreşger a Minbicê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin ku dewleta Tirk berpirsê rewşa tenduristî ya rêberê mirovahiyê û ramanê azad e.

her wiha hate gotin ku civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi bêdengiya xwe ji rewşa rêbertî berpirsyar in.

Ciwanên Heleb, Kobanê û Minbicê xwestin ku hevdîtin bi rêbertî re bê kirin

Back to top button