Xelkê Qamişlo cenazeyê sehid Ebdulqadir Îbrahîm oxir kirin

Li bajarê Qamişlo û Şedadê şeniyan bi merasîman cangoriyên azadiyê spartin axê.
Li Dêrik û Minbicê jî sersaxî ji malbatê şehidan re hate xwestin.

Şervanê Hêzên Komandos Ebdulqadir Ibrahîm 9’ê Kanûna 2023’an li Herêma Hecîn a Dêrazorê şehîd bûbû.

Şêniyên Qamişlo ji bo oxirkirna şehîd Ebdulqadir Îbrahîm li goristana şehid Delîl Saroxan kom bûn.

Di merasîmê de kesên ku axivî sersaxî ji malbata şehid ri xwestin û ev tişt anîn ser ziman:

Bi saya fedekariya şehidan a li hemberî welat, em gihiştin vê asta bilind.

Em soz didin dayik û bavên şehîdan, Rêber Apo û gelê xwe ku em ê heta dawiyê li hemberî êrîşan li ber xwe bidin.”

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Şêneyên Şedadê cenazeyê sehîd Hemid Elcedui oxir kirin

Li navçeya Şedadê ya girêdayî bajarê Hesekê jî merasîmê şehîd Hemadî El Cedui hebû.

Şervanê Hêzên Komandos Hemid di 8’ê Kanûna2023’an dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Ji bo şehîd merasîmek li navçeya Şedadê hate lidarxistin.

Di merasîmê de, îşaret bi rola şehîdan a di parastina desketiyên herêmê de hate kirin û soza şopandina xeta şehîdan dan.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li Dêrikê welatiyan malbata şehîd Ayaz Abdulah bi tenê nehiştin

Bi sedan xelkê bajarê Dêrikê û gundên derdorê tevî nûnerên saziyan, şêx û rûspiyên eşîran li bin konê serdsaxiyê yê endamê Asayîşê şehîd Ayaz Ebdullah kom bûn.

Şehîd Ayaz Ebdullah doh dema erka xwe ya ewlekariyê pêk dianî şehîd bû.

Di bin konê sersaxiyê de, Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat banga xurtkirina berxwedana gel a li hember êrişan û komployên qirkirinê kir.

Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehid Ciwan Kobanê re xwestin

Şêniyên bajarê Minbicê û gundewarê wê jî sersaxî ji malbata şehîd Ciwan Kobanê re xwestin.

Di bin konê sersaxiyê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Yasmîn Berkel ji malbatê re sersaxî xwest û soz da wê şopdarê xeta şehîdan bin.

Back to top button