Îro careke din dewriyeyek hevbeş a leşkerên dewleta Tirk a dagirker û Rûsya derket û li gundewarên Dirbêsiyê û Zirganê geriya.
Dewriya hevbeş a leşkerên dewleta Tirk û Rûsya ji gundê Şîrkê ya 13 km li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ye dest pê kir.
Dewriye ji 4 panzêrên Rûsya û 3 panzêrên dagirkeriya dewleta Tirk pêk dihat.
Dewriyeya hevbeş li gundên Selam Eleyik, Kirkend, Etîşan, Telik Qîrwan û Zihir El-Ereb û heta gundê Kesra ya girêdayî navçeya Zirganê geriya.
Lê vê carê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ji panzêrên xwe daketin û çend deqeyan li gundê Selam Eleyik ya li rojavayê Dirbêsiyê lêkolîn kirin.
Paşê dewriye li gundê Şîrkê bi dawî bû û panzêrên artêşa Tirk a dagirker vegeriya xaka Tirkiyê.
Dewriyeyên hevbeş li ser esasê hevpeymana Soçî ya 22`ê Cotmeha 2019`an pêk tên.