QSD: Dewleta Tirk herêmên sivîlan topbaran dike

Navenda Ragihandina QSD’ê bîlançoya rojên dawî yên şer û Berxwedana Rûmetê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku li herêma Dêra Zorê êrîşeke şaneyên DAIŞ’ê hat pûçkirin û hejmareke zêde teqemenî jî hat girtin.

Navenda Ragihandina QSD`ê bi daxuyaniyekê encama şer û berxwedana şervanên QSD’ê ku di navbera 2 û 5 Çileyê de li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû daye eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber herêmên sivîlan topbaran dike û herî dawî li Til Temirê gundên Raşidiyê, Bab û derdorê wê bi dijwarî hate topbarankirin.

QSD’ê da zanîn ku li Eyn Îsayê jî dagirkeran gundên Um Hiwêş, Kor Hesen, Xirbit Beqar, El-Dibis, El-Xaldiyê û xwaringeha Seqir a nêzî gundê Xaldiyê bi topbaran kirin û ji ber êrîşan mal û milkên sivilan ziyan dît.

QSD’ê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk hewl dan êrîşî noqteyên hêzên wan bikin û herêm topbaran kirin.

BERXWEDANA RÛMETÊ
QSD’Ê LI DÊRA ZORÊ HEWILDANA ÊRÎŞEKÊ DAIŞ’Ê TÊK BIR

Her weha QSD’ê da xuyakirin ku şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên li herêma Dêra Zorê ku amadekariya êrîşê dikirin, bi operasyoneke taybet ya Hêzên Erka Xweparastinê hatin girtin.

QSD’ê da zanîn ku ev şane bi hejmarek zêde rokêtan amadekarî dikirin ku êrîşî noqteyên hêzên Erka Xweparastin û hêzên sînor bikin.

Li gorî agahiyên QSD’ê di operasyonê de hejmarek zêde rokêt û cureyên din ên teqemeniyê hatin desteserkirin.

Leave a Reply

Back to top button