KCDK-E: Ji bo edaletê di 11 çile de li Parîsê bin

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê û Tevgera Jinên Kurd a Fransa û SKB bi wesîleya 7. salvegera Komkujiya Parîsê ya li dijî şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez daxuyanî dan û bang li her kesî kirin ku 11’ê Çileyê li Parîs tevlî meşa edaletê bibin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê diyar kir ku komkujî bi fermana Erdogan pêk hatiye û di şexsê jinê de Erdogan êrîşî têkoşîna azadiya Kurdan dike.

KCDK-E destnîşan kir ku tevî 7 sal di ser komkujiyê re bûn, hîna jî berpirsyarên wê nehatine eşkerekirin û got, “Ji bo darizandina kujeran em ê têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin.”

KCDK-E’yê da zanîn ku wê ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd di 11’ê Çileya 2020’î de li Parîsê bin û bang li hemû Kurdistaniyan û alîgirên azadiya jinê kir ku beşdarî vê meşa edaletê bibin.

7. SALVEGERA KOMKUJIYA PARÎSÊ
TJK-F: JI BO JINÊN ŞOREŞGER LI PARÎSÊ KOM BIBIN

Tevgera Jinên Kurd- Fransa-TJK-F jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hîn jî ji berpirsên komkujiyê hesab nehatiye pirsîn û bang li hemû jinan, gelê Kurd û dostên wan kir ku tevlî meşa mezin a li Parîsê bibin.

7. SALVEGERA KOMKUJIYA PARÎSÊ
SKB: LI DIJÎ KOMKUJIYAN LI PARÎSÊ KOM BIBIN

Yekîtiya Jin ên Sosyalîst-SKB jî bi heman armancê daxuyanî da û bang li hemû jinên koçber ên Kurdistanî û Tirkiyeyî kir ku di 11’ê Çile de li Parîsê li hev kom bibin.

Leave a Reply

Back to top button