Almanya.. serçeteyekî Daiş’î li Frankfurtê tê darizandin

Li Almanyayê bi tewana ku serçeteyekî DAIŞ’î bû, welatiyekî Sûrî bi awayekî fermî tê darizandin.

Hat diyarkirin ku li bajarê Frankfûrt yê Almanyayê welatiyekî Sûrî ku navê wî nehat eşkerekirin bi tawana ku serçeteyekî DAIŞ’î bû tê darizandin.

Kesên ku giliyê wî kirine bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ev kesê ji Sûrî 33 salî ye û di navbera salên 2013 û 2015’an de li Sûriyê serçeteyekî DAŞî bû.

Li gorî agahiyan, çeteyê ku tê darizandin, li bajarê Reqayê bi qasî du herêm kontrol kiribûn,

Hat diyarkirin ku di 2015’an de mîna penaberekî derbasî Elmanyayê bûye û di Mijdara 2018’an de jî li bajarê Kaselê hatiye girtin.

Beriya çend rojan jî dadgeheke taybet ya Fransayê ragihand ku ew ê 24 DAIŞ’iyên ku li Sûriye û Iraqê şer kirine derxin pêşberî dadgehê.

Leave a Reply

Back to top button