Gerîlayên HPG’ê li navçeya Başan a Îdirê ya herêma Serhedê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anî û di encamê de leşkerekî Tirk hat kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniyê hêzên gerîla 5’ê Çileyê li navçeya Başan a Îdirê li dijî yekîneyekî artêşa Tirk a dagirker ku ber bi girê ewlekariyê yê qerqola Aydinlarê ve diçû xist.
Di encama çalakiyê de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hat kuştin.
HPG’ê her weha dest nîşan kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 5’ê Çileyê qada Karker û Girê Cehenem ên herêma Zapê bombebaran kirin, lê ti zirar ne gihişt hêzên gerîla.