126 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed bêtirî 4 mehane ku ji aliyê PDK’ê ve hatiyê revandin û agahî jê nayê girtin.
Tevî gelek serlêdanan jî PDK’e rê nade ku bi wî re hevdîtin were kirin.
Endamê berê yê îstîxbarata başûrê Kurdistanê Şêrwan Seîd Yûsûf Hecî diyar kir ku PDK pîvanên rojnamevaniyê esas nagire.

Bêtirî 4 meh in Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiyê revandin û heta niha tu agahî derbarê wê de nehatiye parvekirin.

Tevî gelek serlêdanê malbat û parêzeran jî asayîşa PDK’ê rê nade ku bi wî re hevdîtin were kirin.

Lewma li dijî revandina Silêman Ehmed gelek bertek hatin nîşandan.

Lê tevî vê yek jî PDK bêdengiya xwe diparêze.

Ji xwe ji ber kiryarên asayîşa PDK’ê Başûrê Kurdistanê ji bo rojnamevana bûye cihekî metirsîdar.

“Her kes dizane Serdeşt Osman ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hate kuştin”

Endamê berê yê îstîxbarata başûrê Kurdistanê Şêrwan Seîd Yûsûf Hecî di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa ANF’ê re diyar kir ku PDK pîvanên rojnamevaniyê esas nagire.

Hecî diyar kir ku kesên PDK’e rexne bikin yan kêmasiyên wan bînin ziman bi metirsiyên kuştinê re rûbirû dimînin.

125 rojin ti agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button