Rojnameya El-Ereb: Berhem Salih daxwaza Mesûd barzanî ya vekişînê red kir

Li gorî Rojnameya El Ereb, Serokê PDK Mesûd Barzanî ji namzetê YNK’ê yê Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih xwestiye ji namzetiyê vekişe, lê Berhem Salih daxwaza Mesûd Barzanî red kiriye. Li aliyê din endamê Polîtburoya YNK’ê Derbas Kosret Resûl diyar kir ji destpêkê ve baweriya wan bi yekrêziya hêzên siyasî hebû û got: Lê, eger hêzek siyasî bixwaze îradeya me bişkêne, em ê qebûl nekin.

Di 10’ê Cotmeha 2021’ande li Iraqê hilbijartinên pêşwext pêkhatin.

Ev 5 mehin bi ser hilbijartinên pêşwext yên Iraqê re derbas dibin, lê ne serokkomar hatiye hilbijartin ne jî hikumet hatiye avakirin.

Têkildarî rewşa li Iraqê û krîza avakirina hikûmeta nû ya Iraqê Rojnameya El-Ereb nîvesek weşand.

Rojnameyê diyar kir li gorî çavkaniyeke Iraqî, serokê PDK`ê Mesûd Barzanî bi rêya aliyekî sêyem bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re axivîye.

Li gorî çavkaniya rojnameyê Mesûd Barzanî ji Berhem Salih xwest ku dev ji pêşbaziya li ser wezîfeya Serokkomariyê li hemberî vekişandina Rêber Ahmed berde.

Lê Serokkomar Berhem Salih daxwaza Mesûd Barzanî red kiriye û wiha dinivîsîne:

“Dema lihevkirinan bi dawî bû û divê Barzanî bizane ku Iraq derbasî qonaxeke nû bûye û hewcedarî bi guhartinên bingehîn hene.”

YNK: Em qebûl nakin ti hêzek îradeya me bişkîne

Li aliyê din jî civînên YNK’ê yên bi navê ‘Dîdarî YNK’ê’ ku dewam dikin îro li Hewlêrê pêk hat.

Di civînê de Endamê Polîtburoya YNK’ê Derbas Kosret Resûl axivî.

Resûl diyar kir ji destpêkê ve baweriya wan bi yekrêziya hêzên siyasî hebû û got:

“Lê, eger hêzek siyasî bixwaze îradeya me bişkêne, em ê qebûl nekin.

Niha YNK di pêvajoya siyasî ya Iraqê de hêzeke sereke ye.”

Derbas Kosret bal kişand ser hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê û ev tiş got:

“Girîng dibînin ku her çar sal carekê li Herêma Kurdistanê hilbijartin çêbibe.

Lê, erla me weke YNK’ê sererastkirina yasaya hilbijartinê ye.

Ev jî pêwîstî bi lihevkirinê heye. Nabe hêzek li ser tevahî ferz bike.”

Back to top button