Parêzer Newroz Uysal: Girankirina tecrîdê kûrkirina şer e

“Di salên dawî de tecrîd girantir dibe û ev yek jî nîşan dide ku polîtîkayên dewleta Tirk ên neçareseriyê wê dewam bin.” Parêzera Rêber Ocalan Newroz Uysal vê yekê dibêje û piştrast dike “Tecrîd her diçe girantir dibe û ev jî rewşa şer a domdar bi xwe re tîne.”

22 sal in bêyî ku wijdanê dewletekê bilive, Rêber Ocalan di greva Îmraliyê de girtî ye û her diçe tecrîda li ser jî, girantir dikin.

Ji parêzarên Rêber Ocalan Newroz Uysal der barê vê tecrîda girankirî de ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re axivî.

Parêzer Newroz Uysal dibêje:

“Di salên dawî de, tecrîd girantir bû û ev yek jî nîşan dide ku polîtakayên dewleta Tirk ên bêçareseriyê wê dewam bin.

Armanca tecrîdê ew e, çareseriya neteweya demokratîk û aştiya gelan ji holê rakin.

Ji ber ku birêz Ocalan helwesta xwe ya ji bo çareseriyê neguherandiye, ew jî bi takekesî tê cezakirin.”

Parêzer Newroz diyar kir ku gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê çareseriya pirsgirêkên xwe di fikir û felsefeya Rêber Ocalan de dibînin.

Li ser gotina Ocalan a “Ez niha baş im, lê siberojê wê çi bibe, nizanim” Newroz îşaret bi nediyarbûna şert û mercan kir û anî ziman:

“Ocalan bi rengî fizîkî girtî ye, rewşa tenduristiya wî dijwar e. Gelê Kurd gelek caran piştrast kiriye ku 22 sal in birêz Ocalan ji bîr nekiriye, xwedî lê derketiye û ji bo hiştina ramanên wî, têdikoşe.”

Newroz Uysal da zanîn ku têkoşîna li dijî pergala tecrîdê, hewcedariyeke çareserî û aştiyê ye, lewma divê hemû kes û sazî ji bo tecrîd bi dawî bibe, çi ji destê wan were, bikin.

Newroz dibêje:

“Diyalog ji bo bidawîkirina tecrîdê gaveke girîng e. Wekî ku birêz Ocalan di vî warî de diyar kir ew amade ye ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, rola xwe bilîze.”

Her çi qas cîhan li hember vê neheqiyê bêdeng be jî, lê belê gelê Kurd û hemû gelê azadîxwaz bi-bertek in û her banga azadiya wî û edaletê dikin:

Greva birçîbûnê ya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de ku 62 roj in li dar e jî, mînaka herî biçûk ya vê yekê piştrast dike, ye.

Back to top button