Li Bakurê Çolistana Humsê 7 leşkerên hikumeta Şamê û 11 DAIŞ’î hatin kuştin

Li Çolistana Sûriyê û bi teyebet li Humsê 7 leşkerên hikumetê û 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriyê Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên Rûsî nuqteyên DAIŞ’ê li Çolistana Sûriyê û bi taybet li bakurê bejahiya Humsê bombebaran kir.

Çavdêriyê diyar kir ku di encama şerê di navbera hêzên hikumet û DAIŞ’ê li Çolistana El-Sexna ya di navbera Humsê û Dêra Zorê de, 7 leşkerên hikumetê û 11 DAIŞ’î hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriyê, jimara êrîşên esmanî ku balafirên Rûsyayê li Çolistana Sûriyê di van rojên dawî de pêk anîne, bû 200 êrîş.

Li Cebel El-Zawiyê û Sehil El-Xab şerê hikumet û çeteyên Tirkiyê gur bûye

Li devara qaşo bêçek jî, şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê gur bûye û bi awayekî rojane li Idlib û Hemayê êrîşî hev dikin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku ji duh ve û heta berbanga sibehê, herdu aliyên navborî li Cebel El-Zawiyê yê Idlibê û Sehil El-Xab yê Hemayê bi top û mûşekan êrîşî hev kirin.

Çekdar wê li bajarê Tefis yê Derayê çekên xwe radestî hikumeta Şamê bikin

Duh ji bo bi dawîkirina alozî ya li bajarê Tefis ê li rojavayê Derayê peymanek bi çavdêriya Rûsyayê hat îmzekirin.

Çavdêriyê diyar kir ku li gorî peymanê divê çekdar çekên xwe radest bikin, û serçeteyekî bi navê Ebû Tarêq El-Sibehî ber bi herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî, bê şandin.

Back to top button