Di êrîşên Israîlê li ser gundewarê Şamê de 7 kes hatin kuştin

Israîlê careke din deverên Îran û Hizbullaha Libnanî li Şamê kirin hedef, di nav de sivîl, 7 kes hatin kuştin.

Israîlê li dijî dever û baregehên alîgirên Îran û Hizbullahê li başûr-rojavayê gundewarê Şamê êrîşên esmanî pêk anîn.

Li gorî Çavdêriya Sûrî di encamê êrîşan de di nav de 3 sivîl, 7 alîgirên Îranê hatin kuştin.

Her wiha li herêmên Adiliyê û Hicêra yên gundewarê Şamê jî jimarek sivîl birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve ragihandina hikumeta Şamê jî diyar kir ku ji ber êrîşên Îsraîlê, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 4 ên din birîndar bûn.

31’ê Adarê jî, parastina asmanî ya hikumeta Şamê êrîşine Îsraîlî li ser Homsê têk birin.

Back to top button