Wezareta Pêşmergeyan li ser rewşa Zînî Wertê civiyan

Li Dîwana Wezareta Pêşmergeyên Hikumeta Herêma başûrê Kurdistanê, Desteya Parastinê ya Wezareta Pêşmereyan li ser rewşa dawî ya Zînî Wertê civiya.

Civîn bi pêşengiya Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl pêkhat.

Li gorî agahiyên hatine girtin, di civînê de behsa aloziya li Zînî Wertê hatiye kirin.

Herwiha di civînê de mijarên yek kirina hêzên pêşmerge û mûçe jî hatine nîqaşkirin.

Li ser civînê, çavkaniyek taybet ji nava civînê ku nexwest navê xwe aşkere bike, ji ajansa Rojnews axivî.

Li gorî agahiyên çavkaniya taybet dayî, tê payîn sibe armanca civînê zelal bibe.

Heman çavkaniya taybet li ser vekişîna hêzên pêşmergeyan ya ji Zînî Wertê jî got;

Di civînê de ti biryarek ji bo vekişîna hêzên pêşmergeyan a ji Zînî Wertê nehatiye dayîn.

Lê ti biryarek ji bo mayîna hêzê ya li Zînî Wertê jî nîne.

Back to top button