“PDK divê ne ji bo şer, ji bo yekîtiya neteweyî piştgiriyê bide”

Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari, ambaroya ku PDK’ê li hember Mexmurê pêk tîne û êrîşa hewayî ya dewleta Tirk nirxand û got: AKP ji bo qada xwe ya şer berfireh bike êrîşan pêk tîne. Peywira PDK’ê ne piştgiriya ji bo şer e. Divê di mijara yekitiya neteweyî de bi hestiyar tev-bigere.

Li başûrê Kurdistanê, PDK ji 17’ê Tîrmeha 2019’an heta niha li ser wargeha Mexmurê ambargoyê pêk tîne û di 15’ê Nîsanê de jî dewlet Tirk wargeh bombebaran kir.

Di bombebaranê de 3 jinan jiyana xwe ji dest da.

Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari polîtîka şer a AKP’ê nirxand.

Tulayê da zanîn ku di pêvajoya ku tenduristiya mirovan di xetereyê de ye û hemû welat li dijî vîrusê têdikoşin, AKP û MHP’ê stratejiya xwe ya şer pêşde biriye, gûrtir kiriye û got:

Li Lîbyayê li dijî hêzên Serrac, raste rast wan şer bi rêve bir û gav avêtin.

Desthilatdarî bi taybet berê xwe dide Iraqê. Em êrîşa li dijî wargeha Mexmurê qebûl nakin û şermezar dikin.

Bi kuştina 3 jinan, Tirkiyê dijminantiya xwe ya li dijî Gelê Kurd careke din nişan da.

Tulayê di dewamiyê de destnîşan kir ku PDK’ê li Kurdistanê li nokteyên nû leşkerên xwe bi cih kirine û weha domand:

Li gorî me li pişt vê, Tifaqa Cumhur û Ergenekonê heye

Dîsa di vir de rola DYA’yê mezin e. Divê ev hemû bi hev re bê nirxandin.

Rola PDK’ê nayê qebûlkirin. Peywira PDK’ê ewe ku piştgiriyê bide yekitiya neteweyî û bi hestyar tevbigere.

Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari dawiyê bang li AKP’ê kir ku demildest, dest ji polîtîkayên şer berde û got:

Em baş dizanin ku rejîma yek kesî ji şer xwedî dibe.

Ji bo wê jî em bang li gelan dikin, ji ber ku Piştevaniya gelan şert e.

Back to top button